Anasayfa İklim Değişikliği Etkinlikler “Gerestêrka me ne ya firotanê ye.”
“Gerestêrka me ne ya firotanê ye.”
Cuma, 11 Aralık 2009 20:49
AddThis Social Bookmark Button

Gerestêrka me ne ya firotanê ye

Ji bo xelaskirina îro û pêşerojê

Li dijî  guherîna îqlimê werin têkoşînê!

Sala 2009’an di têkoşîna li dijî  guherîna avhewayê ( îqlim) de dê wekî dîroka herî girîng bê bibîranîn. Êdî gotina, defa hewarê lê dikeve, têrê nake. Êdî em her roj her saniye bi xetereyê re dijîn, tevahiya gerestêrkê bi  karesatê re rû bi rû ye.

An em ê guherîna avhewayê rawestînin an jî ev jiyana ku em dizanin dê bi dawî bibe. Bi tenê ne ji bo mirovahiyê, her wiha dê hemû çawaniya jiyana giyaneweran biguhere û dê koka candaran biqele.

Şewba nexweşînên nû, ne pirsgirêka pêşerojê lê belê pirsgiraka îroyîn e.

Golên ku ziwa dibin, daketina birhên binê çeman ne pirsgirêka pêşerojê, lê belê pirsgirêka îroyîn e.

Bager dê di pêşerojê  de nebin, îro hene.

Lehî, bahoz ne pirsgirêka sibê  ne.

Ziwahî ne gefek e ku di rojeke pêşerojê de li benda me ye. Metirsiya îro ye.

Zanyar û aktîvîstên ku ji bo sekinandina guherîna îqlimê têdikoşin, nîqaş dikin ku bê ka “xeta xetereyê”  derbas bûye yan na.  Gelo em ji xeta rêya jêveneger derbas bûne yan na?

Lewma wextê me nemaye.

Ji ber vê yekêKomcivîna Avhewayê ya ku îsal di meha berfanbarê de dê li Kopenhagê çêbibe gelekî girîng e.

Divê em rê li ber guherîna avhewayê bigirin .

Divê em jiyanê biparêzin.

Kesên ku dê 12’ê berfanbarê de werin Kopenhagê û bi biryarên ji bo çend dolaran, ji bo qezenca şîrketan, ji bo hilberîna kapîtalîzmê û ji nû ve hilberîna wê, ji bo berdewamiya polîtîkayên bikaranîna sotemeniyên fosîlî xizaniya global kûrtir bikin, bi ser de jî bixwazin xizanan carekê jî li pêşberî encamên guherîna avhewayê bêçare û ji mirinê re rû bi rû bihêlin. Em  ê jî dengê xwe yê ji hemû bajarên cîhanê bi van gotinan bersivê bidin wan:

“Ne komir, ne neft, ne nukleer/Roj, ba, têrî me dikin.”

“Gerestêrka me ne ya firotanê ye.”

“Ne qezenc, jiyan”

“Sotemeniya fosîl bi kar neyînin, îfraza karbonê herî kêm %80’yî daxin, 350 ppm’ê qebûl bikin.”

“Em ne peymanake bazirganî ya navneteweyî ya nû, yeke adîl, bi berpirsî û pabendî û yeke xwedî bergirî ku îfraza gazê bi awayekî teqez kêm dike,  em peymaneke ku ne qezencê lê belê jiyanê diparêze dixwazin.”


Em ê bangî rayedarên hikumetê yên ku dê herin Kopenhagê bikin:

“Hema dev ji çêkirina santralên nû yên termîk ên bikomir berdin.”

“Berê xwe bidin çavkaniyên enerjiyê yên tên nûkirin, berê xwe bidin berdariya enerjiyê û tasarûfa enerjiyê.”

“Zagonên pêwîst zû derxin, pereyan ji bo girtina tedbîrê ji bo gelemperî xerc bikin.”

Sala 2009’an gelo dê gerestêrk, bindestî , xizan, îro û pêşeroj qezenc bike, yan na dê  bibe sala ku dê diyar bike ku em ê bibin lêqewimiyên rûxaneke topyekûn a ji bo berjewendiyên şîrketan.

Koma Çalakiyên Kûrewî, her kesî vedixwîne têkoşîna li dijî guherîna îqlimî, vedixwîne têkoşîneke xurtir.



Son Güncelleme: Çarşamba, 17 Mart 2010 14:31
 
Frontpage Slideshow (version 2.0.0) - Copyright © 2006-2008 by JoomlaWorks

JA Side News Module

10 Ekim'de, 350ppm için İş Başına 10 Ekim'de, 350ppm için İş Başına 03.09.10 - 10 Ekim'de, 350ppm için İş başına NASA'nın iklimbi... More detail
Pakistan'da afet değil, CİNAYET Pakistan'da afet değil, CİNAYET 23.08.10 -   Pakistan’da afet değil, CİNAYET Pakistan’da sel f... More detail
İSTANBUL “350” İKLİM HAREKETİ SEMİNERLERİ 2010 İSTANBUL “350”  İKLİM HAREKETİ SEMİNERLERİ 2010 05.08.10 - İSTANBUL “350”  İKLİM HAREKETİ SEMİNERLERİ 2... More detail
Meclis önünde nükleer anlaşmayı protesto eden aktivistl... Meclis önünde nükleer anlaşmayı protesto eden aktivistlere polis saldırdı 06.07.10 - Türkiye'nin dört bir yanından gelen eylemciler, 170.000 n... More detail
İşte,Türkiye-Rusya nükleer anlaşmasının içeriği İşte,Türkiye-Rusya nükleer anlaşmasının içeriği 22.06.10 - İşte,Türkiye-Rusya nükleer anlaşmasının içeriği  ... More detail

JA Twitter Module For Joomla 1.5.x

My Twitter Updates

From CoTweet
JoomlArt JA Social Beta #joomla #template released. Supports #K2 #jomsocial #agora. 6 new extns included. #JAT3 http://cot.ag/bixmx1
Cumartesi, 04 Eylül 2010 13:46
JoomlArt @fernando_soares yes, we ll support when #kunena 1.6 is stable. @kunena please give us a buzz
Cuma, 03 Eylül 2010 07:58
JoomlArt @HilsCheyne a new morning with a new surprise, that only happens in #Joomla community:) Thanks a lot Hils!
Perşembe, 02 Eylül 2010 04:26
twitter Follow joomlart on Twitter

JA Control Panle

JA Control Panle

JA Slideshow2 Module